Îro salvegera koça “Qehremanê Esra Bîsta” ya serok Barzaniyê nemire
PeyamaKurd – Belê, helbestvanê mezin Gurdilî, serokê netewa Kurd Mele Mistefa Barzanî bi “Qehremanê Esrê Bîsta” binav kiribû û di sala 1971 ê de pesnê Barzaniyê mezin weha dabû:
Qehremanê esrê bîsta Mistefa Barzanî tu
Her bijî ey pêşewayê Kurd û Kurdistanî tû….
Dema di hebesta xwe de sînorê hukumraniya axa serok Barzanî diyar kiribû jî weha gotibû:
Hem ji Sêwas ta bi Kermanşa di bin ala te bin
Amed û Farqîn û Batman merkezên seyranî tu..
Seyda Gurgilî di warê siyasetê de serok Barzanî di ser Wilson, Johnson, Şastry, Kosigîn û Napolyon de girtibû. Mêraniya serok Barzanî bi mêraniya “Rostemê Zal ê li Meydanê” şuhibandibû.
Tevî ku Seyda Gurdilî bi helbesta xwe ya dirêj pesnê serok Barzanî daye jî, çi gotibê hêj kêm e. Ew şervan û têkoşerê li dijî 7 dewletan bû heya xwe gihandibû Kremlîna Moskovayê ya Yekîtiya Sowyetê. Ew karibû milletê Kurd bê ferq û meyl bixe navbera wan, bike yek.
Ew stûyê birayê xwe Şêx Ebdulselam Barzanî li dergahê Mûslilê di benê sêdara Silêman Nazîfê cahş û dewleta Osmaniyan de dîtibû. Ew li Mahabad, Şîno, Serdeşt Nexedê û gelek deverên din, bi Îraniyan û Îngîlîzan re şer kiribû.
Ew li Sowyeta berê 12 sal ji malbat û milletê xwe dûr di şertên dor û zahmet de jiyabû. Tevî wan zor û zahmetiyan ew karibû xizmeteka mezin ji Kurdên Sowyetê re bi taybetî ji Kurdên Ermenistanê re bike heya weşana radyoya wan zêdetir bike û weşanê bike esmanî.
Ew serpereştê şerên Zawîte, Çiyayê Metîna, Çiyayê Pîriz, Çiyayê şêrîn, Hindirîn, Sefîn, Surdaş, Hemrîn û şerên heya Xaniqînê bû. Ew serpereştê Destana Eynzalê bû.
Ew endazyarê peyamana 11 ê adarê bû. Ew li ber şahê Îranê ti carê serî netewand lê bi gotina Barzanî “Rizayê Keçel” lê îxanetê kiribû. Rizayê Keçel bi kiryarên xwe nîşan dabû ku li pey tola rojên Mahabadê bû.
Ew, serê xwe li ber hevkarî û dagirkeriya Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê nedanî bû. Tev bi hevre li serok Barzanî û milletê Kurd dixistin lê Barzanî ti carê serî ji wan re neçemand û di geliyê Zaxo û Dohokê de, di Çiyayê Şêrîn de, cenazên wan dagirkeran ji wan re paş de şandibû.
Serok Barzanî digot; li Awrûpa herkes di 65 saliya xwe de xaneşîn dibe lê ji bo milletê Kurd û avakirina Kurdistanê mafê wî jî tine û millet nahêle ku xaneşîn bibe.
Mixabin nexweşîna pençeşêrê dev ji serok Barzanî berneda û di rojekî weka îro de, li Amerîka ku ji bo tedawiyê çûbû Amerîkayê, koça dawî kir. Cenazê nemir Barzanî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Şîno sipartin xaka sar û paşî piştî sala 1983 yan dewrî gundê Hellecê binê çiyayê Zagrosan kirin. Piştî Herêma Kurdistanê azad bû, ji gundê Hellec cenazên nemir Barzanî û kurê wî Îdrîs Barzani yê hemîşezindî birin devera Barzan û li wir bicîhkirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê bi deh hezaran kes tevlî merasima cenazê bûbûn lê di neqilkirna cenazeyan ji bo devera Barzan de, bi mîlyonan kes tevlî merasima neqla cenzê wî û rehmetî Îdrîsê kurê bûn.
Kurd û Kurdistan her minnetdar û deyndarê serokê nemir Mele Mistefa Barzaniye û wê di bîra milletê Kurd de her bijî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin