Îro 35emîn salvegera koça dawî ya hunermendê mezin Mihemed Sêxo ye

09 March 2024 16:30 0 dîtin
Îro 35emîn salvegera koça dawî ya hunermendê mezin Mihemed Sêxo ye

PeyamaKurd — Hunermendê navdarê Kurd Mihemed Şêxo 35 sal berê îro koça dawî kir. Mihemed Şêxo ku di jiyana xwe ya hunerî de bi dehan besteyên giranbiha nivîsandin, di cîhana muzîka Kurdî de şopek nayê jibîrkirin hişt.

Muhammed Salih Şeyhmus bi navê xwe yê hunermendî Mihemed Şêxo, di sala 1948an de li gundê Girbanîna yê bajarê Qamişlo yê Rojava ji dayik bûye.

Dema ku malbata wî koçî gundê Hecokê kirin, Şexo yê herî mezin ji 11 xwişk û birayan, li wir dest bi dibistanê kir. Hunermend di temenê biçûk de bi muzîkê re eleqedar dibe.

Şêxo di sala 1965an de hunermendê navdar Aram Tîgran dema ku dibistana navîn dixwend nas kir, di sala 1969an de dest bi karê muzîkê yê profesyonel kir.

Şêxo ku di heman salê de ji ber zulm û qedexeyên li ser zimanê kurdî li Sûriyê çûye Lubnanê, bi komek hunermendên Kurd re komeke bi navê “Koma Serkeftin” ava dike.

Mihemed Şêxo 2 salan li Yekîtiya Navendî ya Muzîkê li Beyrûtê xwendiye û bawernameya hunermend wergirt.

Pêşmergetî kir

Demeke girîng di jiyana Mihemed Şêxo de destpê dike ku di sala 1973an de li ser daxwaza Radyoya Bexdayê diçe Bexdayê û di Beşa Kurdî de dest bi kar dike.

Di vê heyamê de Şêxo hatiye Herêma Kurdistanê û wek Pêşmerge kar kiriye. Piştî peymana Cezayîrê di sala 1975an de li gel Pêşmergeyan derbasî Rojhilatê bû. Ji bilî xwendina xwe ya hunerî, li vir mamostetiya muzîkê jî dike.

Dema ku rêveberiya Îranê Şêxo bi “dijî rejîmê” sûcdar kir, piştî 11 salan vegeriya Şamê.

Şêxo ku di sala 1979an de albûma xwe ya bi navê "Ay Gewre" (Kumralım) li Şamê derxist, vê carê rastî zextên rêveberiya Sûriyeyê hat û hat girtin û ew avêtin girtîgehê.

Hunermendê Kurd stranên xwe yên herî populer dema ku li zindanên Sûriyê bû, nivîsandin.

Şêxo ku di sala 1983an de hat berdan, dema vegeriya Qamişloyê li ser milan hat pêşwazîkirin.

70 hezar kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn

Mihemed Şêxo ku 14 albûm di jiyana xwe ya muzîkê de cih girt, di 9ê Adara 1989an de di encama nexweşiyê de koça dawî kir.

Tevî hemû zextan jî 70 hezar kes beşdarî merasîma cenazeyê Mihemed Şêxo bûn û nîşan dan ku çiqasî jê tê hezkirin.

Gelek stranên Şêxo yên wekî Ay Lê Gule, Nesrîn, Eman Dilo, Şêrînê Nû Gihaye, Heps û Zindan, Min Bihisti hê jî tên hezkirin û guhdarîkirin.