Diyarbekir | Rojbûna Barzaniyê Nemir bi çandina sitlan û gulan hat bibîranîn
PeyamaKurd – Tîmên alîkariyê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ku ji destpêka felaketa erdheja 6ê Sibatê ve, li Bakurê Kurdistanê alîkariyên xwe berdewam dikin, îro 14ê Adarê li bajarê Diyarbekirê 120emîn salvegera jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Barzaniyê Nemir (Mele Mistefa Barzanî) bibîr anîn.
Li gorî nûçeya K24ê tîmên xêrxwazî yên BCFê li Diyarbekirê bi boneya salvegera 120emîn a jidayikbûna Barzaniyê Nemir şitlên daran çandin û gul li xelkê belav kirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, herwiha li zarokan jî pêlîstok belav kirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Diyarbekirê rojane xwarina germ dide mexdûrên erdhejê û kêmderfetan û dê di meha Remezanê de jî xwarina fitarê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin