Reîsî nemiriba wê serdana Hewlêr û Bexdayê bikira
PeyamaKurd - Konsulê Îranê yê Hewlêrê Nesrûlah Reşnûdî got, “Biryar bû hefteya bê Reîsî serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bikira. Em mijûlî rêkxistina bernameya serdana wî bûn lê mixabin pêk nehat”.
Konsulê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Nesrûlah Reşnûdî ragihand ku piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê, biryar bû Serokomarê Îranê li ser vexwendina Nêçîrvan Barzanî serdana Herêma Kurdistanê bikira ku hefteya bê dê plana wê serdanê bihata kirin.
Herwiha Reşnûdî gotiye, “Piştî ku mirina Serokomarê Îranê û hevalên wî bi awayekî fermî hat ragihandin, herî zû peyamên serexweşî û hevxemiyê yên berpirsên Herêma Kurdistanê û berpirsên alî û partiyan belav bûn”.
Hêjayî gotinê ye, helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî doh 19ê Gulanê bi sedema xerabûna keş û hewayê li sînorê parêzgeha Tewrêzê ket û piştî 18 saetên lêgerînê helîkopter hate dîtin ku hemû kesên tê de miribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin