Tenduristiya Hewlêrê: Hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêdetir dibe

11 August 2021 11:59 0 dîtin
Tenduristiya Hewlêrê: Hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêdetir dibe

PeyamaKurd – Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê bi peyamekê diyar dike, vîrusa Koronayê roj bi roj zêdetir belav dibe û nexweşxane jî tijî bûne.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed li ser facebookê daye zanîn, em daxwaz ji xelkê Hewlêrê dikin, şîretên tenduristiyê bicîh bînin ji ber ku ji ber Koronayê em ketine nav rewşeka metirsîdar.

Dr. Dilovan Mihemed herwiha destnîşan kiriye, hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêdetir dibe û nexweşxane jî tijî bûne.

Li gorî amarên fermî, herî dawî 19 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê can dan û zêdetirî 2 hezar kes jî bi Koronayê ketin.