Tenduristiya Hewlêrê sedemên belavbûna koronayê eskere dike

30 May 2020 15:43 0 dîtin
Tenduristiya Hewlêrê sedemên belavbûna koronayê eskere dike

PeyamaKurd - Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, du sedemên sereke yên zêdebûna belavbûna vîrusa korona hene û tirsa wan ji zêdebûna hejmara haletên tûşbûyî heye.

Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, du sedemên sereke yên zêdebûna belavbûna vîrusa koronayê hene, sedemek asankariya rênimayên tenduristiyê ye, ku piraniya cihên giştî hatine vekirin û xelk pabendî rênimayan nabin.

Dr. Diovan Mihemed di berdewamiya daxuyaniyên xwe de got, “Sedema din jî, çûnûhatin di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, her çend e rê hatine girtin jî, lê rê ji bo kesên ku pêwîstiya wan bi çûnûhatinê heye, tê dayîn. Heta niha 10 kesên ku ji Bexdayê vegeriyane Hewlêrê, wek hilgirê vîrusa Koronayê hatine destnîşankirin.

Dr. Mihemed bibîr xist ku, ji ber debara jiyana xelkê, niha ew naxwazin qedexeya çûnûhatinê pêşniyaz bikin, ji ber wê divê welatî xwe biparêzin û pabendî rênimayên tenduristiyê bimînin.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine gihîştiye 575 kesan, ji 5 kesan jî jiyan xwe ji dest dane û 409 kes jî baş bûne û çûnê malên xwe.