Li Hewlêrê metirsiya hiskesalîyê nema ye

15 February 2024 19:33 0 dîtin
Li Hewlêrê metirsiya hiskesalîyê nema ye

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw îro 15ê Sibatê di civîneke rojnamevanî de bal kişand ser barîna zêde ya baranê û got, “Heta niha li parêzgeha Hewlêrê 372 mm baran bariye. Em dikarin bibêjin ku me hişkesalî derbas kir.”

Xoşnaw wiha axivî: “Îsal me hişkesalî derbas kir û ya ku maye hişkesaliya Hydrogeology e ku di dawiya werzê baranê de tê pîvandin, lê encam gelek baş û geşbîn in û em dikarin bibêjin ku me hişkesalî derbas kir.”

Omîd Xoşnaw got: “Hişkesaliya civakî ku dibe sedema koçberbûna şivan û koçeran û terikandina gundan, îsal li parêzgeha Hewlêrê negihîştiye vê rewşê û hişkesaliyê bandor li wan nekiriye.”

Herwiha parêzgarê Hewlêrê da zanîn: “Li gorî lêkolîna zanistî, ji bo derbaskirina hişkesaliyê pêwîstiya Hewlêrê bi 400 mm baran heye, lê heta niha li Hewlêrê 372 mm baran bariye. Li deverên çiyayî ev rêje gihiştiye 600 mm, ji ber wê jî em dikarin bibêjin îsal hişkesalî çênabe, ji ber ku heya meha gulanê dê baran bibare.”

Xoşnaw diyar kir: “Tevî qeyranê, lê bi xerckirina 40 milyar dînar bi ferman û piştevanîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di heyama du salên borî de, çend proje hatine bicihkirin û bi vê yekê metirsîya rabûna lehiyan jî nemaye.”

Omîd Xoşnaw bibîr xist: “Ji bo îsal 18 milyar û 500 milyon dînarên din bo bicihkirina çend projeyên din di pêşerojê de hatine pejirandin.”

Li gorî daxuyaniya Xoşnaw, li parêzgeha Hewlêrê 24 hewz têne çêkirin, ku çar ji wan 100% temam bûne, hemû jî ji bo wergirtina ava baranê û jinavbirina metirsiya lehiyê û ji bo zêdekirina ava bin erdê ne.