Li Belucistanê karesata mirovî: Zêdetirî 2 hezar gund li ber lehiyê ketin
PeyamaKurd – Li eyaleta Sîstan Belucistanê ya Îranê ji ber barana zêde û rabûna lehiyan li 2 hezar zêdetir gund li bajar û bajarokan ketin ber lehiyê.
Li gorî zanyariyan, ji ber barana zêde lehiyê zêdetirî 2 hezar gund û navendên bajarên Parzêgeha Sîstan û Belûcistanê xistiye û gefeke cidî li ser xelkê çêbûye û karesateke mirovî peyda bûye.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku ti alîkariyek bo berketiyên karesata lehiyê nehatiye kirin û bi milyonan kes di halê xwe de hatine hiştin.
Heta niha nediyar e bê çend kes di lehiyan de xeniqîne û winda bûne ku berpirsên Îranê yên herêmê ti daxuyaniyek derbarê wê karesata mirovî de nedane.
Li gorî nûçeyên medya Îranê tîmên şaristaniyê tenê karîne serdana 125 gundan bikin û tê gotin, ti alîkariyek jî bo mexdûrên lehiyan nehatiye gihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin