Li ser metirsiya hilwesîna Bendava Tisrînê hisyarîya karesata mirovî û jîngehê hate dayîn

16 January 2025 19:09 0 dîtin
Li ser metirsiya hilwesîna Bendava Tisrînê hisyarîya karesata mirovî û jîngehê hate dayîn

PeyamaKurd - Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku ji ber êrîşên berdewam ên artêşa Tirkiye û komên çekdar metirsiya hilweşîna Bendava Tişrînê heye û hişyariya karesateke mirovî û jîngehê da.

Di daxuyaniya Desteya Enerjiyê de hatiye gotin, ev 40 roj in Bendava Tişrînê tê topbaran û bomebaran kir û li hember wê jî hêzên HSD û YPJê berxwe didin.

Desteyê destnîşan kir ku her çiqas bang li rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor û UNICEFê hatiye kirin ku destwerdanê bikin û bendavê ji êrîşan biparêzin jî dewleta Tirk di êrîşên dijî bendavê de dewam dike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji bo ku elektrîk qut nebe careke din ew bang li saziyên têkildar dikin ku demildest destwerdanê bikin, serdanên xwe zêde bikin, ji ber ku zirar li binesaziya bendavê de çêbûye û divê bê sererastkirin, divê tîmên pispor derbas bibin bendavê keşf bikin û zirarên di encama êrîşan de bûne, bizanin. 

Dawiyê jî hişyarî hat dayîn ku ger êrîşên li ser bendavê bidomînin wê bi xwe re encamên jîngehî û mirovî yên keraset pêk werin.