Otomobîlek ji nêzîkî 50 metre bilindahiyê ket xwarê: 2 kesan can dan, 6 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarokê Girê Sor ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji nêzîkî 50 metre bilindahiyê ket xwarê û di encamê de, 2 kesên di nav otomobîlê de can dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, otomobîla bi şofêrtiya Abdurrahman Akgun, şeva din li ser rêya Girê Sor-Semsûrê, nêzîkî Gundê Tuwêrekê ji kontrola şofêr derket û otomobîl ji bilindahiya nêzîkî 50 metreyan wergeriya jêr û Miva Nisa Ekinci (1 salî) û Elif Naz Koroglu (25 salî) ku di nav otomobîlê de bûn, li cihê bûyerê can dan.
Di bûyerê de Azra Ebrar Koroglu (1 salî), Aleyna Koroglu (5), Medine Koroglu (38), Abdurrahman Akgun (41) û du kesên navên wan nehatine zanîn birîndar bûn.
Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor hatin veguhestin. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin