Singal | Droneke Tirk nêzîkî nehiya Sinûnê otomobîleke PKKê bombe kir

29 August 2022 20:44 0 dîtin
Singal | Droneke Tirk nêzîkî nehiya Sinûnê otomobîleke PKKê bombe kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin îro 29ê Tebaxê danê êvarê droneke Tirkiyê, li nehiya Sinûnê ya Şingalê otomobîleke endamên PKKê tê de bûn bombe kir.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên deverê, îro li demjimêr 17:30 balafireke bêpîlot a Tirk,  otomobîleke PKKê di navbera gundên Behrava û Barê yê Sinûnê ku 3 kîlometran nêzîkî komelgeha Xanesorê ye, bombe kir.

Hat diyarkirin ku du çekdarên PKKê di nav otomobîlê de bûn û herduyan jî can daye û otomobîla wan bi temamî şewitiye.

Herwiha Dije Terora Kurdistanê jî eşkere kiriye, droneya artêşa Tirkiyê ortomobîleke çekdarên PKKê kiriy armanc û 4 çekdarên PKKê tê de can dane.