Rojava | Di êrîsa droneke Tirk de 6 sivîlan can da
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 28ê Çile piştî nîvro droneke artêşa Tirkiyê navenda bajarê Sirînê hedef girt û li gorî agahiyên destpêkê 6 kesan di êrîşê de can da.
Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku droneke bi çek a Tirkiyê, bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên destpêkê 6 kes di encamê de mirine û hejmarek jî birîndar bûne ku zarok jî di nav kuştî û birîndaran de hene.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîş wekî komkujî bi nav kir û diyar kir, ew vê êrîşa ku bi awayekî eşkere qanûnên mirovî yên navneteweyî binpê dike şermezar dikin.
Herwiha bang li civaka navdewletî jî hate kirin ku bilez tevbigerin û van tawanan şermezar bikin û Tirkiyê ji ber tawanên şer ên bênavber ceza bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin