HSD: Tirkiyê agirbest binpê kir, droneke Bayraktar TB2 hate xistin

18 December 2024 17:01 0 dîtin
HSD: Tirkiyê agirbest binpê kir, droneke Bayraktar TB2 hate xistin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê û êrîşên Tirkiye û komên çekdar daxuyaniyek belav kir.

HSDê diyar kir, ji roja ku agirbest hatiye ragihandin vir ve Tirkiyê her hewl daye vê agirbestê binpê bike û da zanîn, her çiqas Amerikayê hewl daye aramiyê li herêmê biparêze jî Tirkiyê doh û îro êrîşên xwe yên li ser Kobanê, Tişrîn û hin deverên Serê Kaniyê berdewam kirine.

HSDê ragihand, ji doh şev ve bi alîkariya êrîşên hewayî yên balafirên bêmirov ji sê aliyan ve êrîşî bendava Tişrînê hatiye kirin û balafirên bêmirov 8 caran dever bombebaran kirine.

HSDê da zanîn, balafirên Tirkiyê li demjimêr 11ê şevê pira Qerekozak û gundê Bîr Haso yê ku dikeve başûrê Kobanê 3 caran bombebaran kirine û bi dehan car topbaran kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Tirkiyê li gundê Hoşan ê girêdayî Serê kaniyê û gundên dikevin rojavayê Girê Spî û Serê Kaniyê bi dehan caran topbaran pêk anîn.

HSDê diyar kir ku hêzên wan doh şev droneke cûreya Bayraktar TB2 xistine xwar.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Vê sibehê, komên çekdar ên bi piştgiriya hewayî û bejahiya Tirkiyê êrîşê ser pira Qerekozakê kirin û niha di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şerekî dijwar heye û li herêmê heya niha jî drone digerin.”