Medya Tirkiyê: Artêsa Sûriyê li Îdlibê agirbest binpê kir

09 March 2020 11:07 0 dîtin
Medya Tirkiyê: Artêsa Sûriyê li Îdlibê agirbest binpê kir

PeyamaKurd - Ajansa Fermî ya Tirkiyê (AA) îdia kir ku artêşa Sûriyê li Îdlibê agirbest binpê kiriye.

Li gorî îdiaya Ajansa Fermî ya Tirkiyê, Ajanasa Anadoluyê (AA), artêşa Sûriyê li Îdlibê 15 caran agirbesta ku di 6ê Adarê hatiye ragihandin binpê kiriye. Di heman nûçeyê de hatiye gotin ku hêzên rejîmê zêdetirî 10 guleyan bi kar aniye.

Li gorî wê nûçeyê, tevî kordînatên pêwîst hatin diyarkirin jî, artêşa Sûriyê, bi tifingên otomatik êrîşî konvoya îkmalê ya artêşa Tirkiyê (TSK) kiriye.

Herwiha li gorî wê nûçeyêhêzên rejîmê sê topên hawanê avêtin ku li nêzîkî yekîneyeke leşkerî ya tirk ketine.