Li Sûriyê êrîsê ser baregeha artêsa Tirkiyê kirin: 8 birîndar hene

06 October 2023 00:53 0 dîtin
Li Sûriyê êrîsê ser baregeha artêsa Tirkiyê kirin: 8 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Sûriyê li devera Dabiqê bi roketan li baregeha artêşa Tirkiyê (TSK) xistin û di encamê de 5 polîsên tîmên taybet û 3 leşker birîndar bûn. Li gor ragihandina DHAyê; êrîş ber destê êvarê bûye.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajarên Entabê û Kîlîsê. Wezareta berevaniya Tirkiyê heya niha tiştekî di mijarê de negot.