Sûriye: Me hejmarek mosekên Israîlê li nêzîkî Samê xistin xwarê
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir, hejmarek moşekên Israîlê li navçeyeke nêzîkî Şamê xistine xwarê.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê derengiya şeva Înê 21ê Cotmeha 2022an da zanîn, artêşa Îsraîlê êrîşî bakurê rojhilatê Gola Teberî kiriye û hejmareke xalên nêzîkî Şamê kirine armanc. Wezaretê got, artêşa Sûriyê "piraniya moşekan têk şikandine" bêyî ku hejmarê bide.
Herwiha medyaya fermî ya Sûriyê eşkere kir, sîstema berevaniyê ya Sûriyê hejmarek moşekên Israîlî yên ku Şam armanc kiribûn ji nav birin.
Çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin, êrîşê hejmareke xalên pişkinînê yên artêşa Sûriyê li nêzîkî Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê û çend cihên başûrê wî bajarî kirine armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin