FAO: Sûriye di sala 2022ê de tenê nêzîkî 1 milyon genim berhem aniye
PeyamaKurd – Rêxistina Xorak û Çandiniyê ser bi Neteweyên Yekbûyî (FAO) diyar kir, Sûriye di sala 2022ê de tenê nêzîkî 1 milyon genim berhem aniye û ji sedî 75ê berhema xwe ya berî 2011ê ji dest daye.
Nûnerê FAO li Sûriye Maik Robson da zanîn, guherîna keşûhewayê, jinavçûna aborî û têkçûna warê ewlehiyê bûne sedemên jinavçûna çandiniya genim li Sûriye.
Li Sûriye ji sedî 70ê çandiniya genim li ser baranê ye ku di her du salên dawî de ji ber kêmbûna baranê zerareke zêde mezin giha berhemanîna genim ku niha hikûmet piraniya genimê nan û çandiniyê ji Rûsyayê dikire.
Wezareta Çandiniyê ya Sûriye destnîşan kir, di salên berî şerê navxwe yê Sûriye de, salane Sûriye nêzîka 4 milyon ton genim berhem dianî, 1 milyon li Rojavayê Kurdistanê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin