Araqçî: Gesedanên dawî yên li Sûriyeyê tenê bi wir re sînordar namînin

07 December 2024 11:35 0 dîtin
Araqçî: Gesedanên dawî yên li Sûriyeyê tenê bi wir re sînordar namînin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî di hevpeyvîna xwe de ya li gel kanala El-Şerqiyê ya Iraqê bal kişand ser wê yekê ku geşedanên dawî yên li Sûriyeyê tenê bi wir re sînordar namînin û diyar kir ku ew ê ewlehiya Iraqê jî bixin metirsiyê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku guherîn bi lez çêdibin û ev yek jî gelek pirsan tîne holê û got, “Li pişt van geşedanên bilez ew fikir derdikeve holê ku rejîma Amerîka û Îsraîlê li pişt wan e.” 

Wî daxuyand, “Piştî Xezeyê hatin Lubnanê û ji wir jî hatin Sûriyeyê û ez bawer nakim ku ev yek li Sûriyeyê jî raweste, hemû herêm di bin metirsiyê de ye. Beriya Sûriyê tehdîd tenê bi Rejîma Siyonîst dihatin kirin, lê niha metirsiya komên têrorîst ên tekfîrî zêde bûye,” û bal kişande ser wê yekê ku ev komên çekdar ên li Sûriyeyê ji aliyê NYyê ve wek rêxistinên terorîst tên naskirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê wiha dewam kir: “Lê niha welatên ku îdiaya têkoşîna li dijî terorê dikin, yan bêdeng in yan jî piştgiriya terorîstan dikin. Lê mixabin li gor wan du cureyên terorê hene, baş û xerab, heger ew teror li gorî mebestên wan bin, piştgiriya wan dikin. Eger li dijî berjewendiyên wan bin, piştgiriyê nadin wan.”

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir ku geşedanên li Sûriyeyê pir bi lez in û qewamên li El-Bûkemalê jî rewşa Sûriyeyê aloztir kiriye û got: “Bi baweriya min dê rewş hîn aloztir bibe û çareseriya vê pirsgirêkê jî dê aloztir bibe. Bi taybet ji ber ku HSDyê çalakî li dar xistiye, dijwartir dibe, Berxwedan bi yek awayî ne sînordar e, gelek rêyên berxwedanê hene. Taybetmendiya berxwedanê ya van salên dawî ew e ku dikare gelek vebijarkan bi kar bîne.”