Serok Barzanî li ser gesedanên li Sûriyeyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li geşedanên dawî yên li Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di 27ê mijdarê de li gundewarên li rojavayê parêzgeha Helebê ya li bakurê Sûriyeyê di navbera hêzên artêşa Sûriyeyê û grûpên çekdar ên dijî rejîmê de şer derket.
Heta niha, ji bilî Helebê; bajarên Himus, Hema û Der’a û Suweydayê jî ji destên artêşa Sûriyeyê ya hukûmeta Beşar Esed derketine û komên bi pêşengiya HTŞyê wan bi rê ve dibe.
Serok Barzanî li ser geşedanên ku li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê diqewimin, îro 07.12.2024an daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Daxuyaniya ku li ser hesabê Xê ya mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê hat belavkirin, bi vî awayî ye:
“Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn,
Em bi eleqedariyeke mezin bûyerên dawî û guherînên li Sûriyê diqewimin dişopînin, ji ber ku ev geşedan û bûyer bandoreke rasterast li ser siberoja siyasî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê û tevahiya herêma me dikin.
Em hêvîdar in ku ev pêşketin û guherînên li Sûriyeyê bibin sedem ku diyalog û jihevtêgihîştin bibe bingehek ji bo çareserkirina arîşeyên nakok, û tu reftarek neyê kirin ku dê bibe sedema kûrbûna nakokiyên neteweyî û mezhebî di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de.
Her wiha em li bendê ne ku aliyên pêwendîdar bi rêyên aştiyane bigihên rêkeftinekê ku ew ê di berjewendiya hemû pêkhateyên Sûriyê de be û li wir pêk ve jiyana hevbeş, aştî û aramiyê pêk bînin.”
Mesûd Barzanî
7 Kanûnê, 2024

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin