Dibe ku bi çavdêriya Serok Barzanî HSD û Hikûmeta nû ya Sûriyeyê li hev bikin
PeyamaKurd – Kanala El-Erebiyê ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê 30 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyeyê vekêşe. Piştî vê vekişînê, dibe ku bi çavdêriya Serok Barzanî, HSD û hikûmeta nû ya Sûriyeyê li hev bikin.
Her weha îdia kir û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîv-peymanek di navbera Trump û Erdogan de jî heye ku dê di demeke kurt de bê ragihandin.”
Wê di berdewamê de bsl kêşa ser wê yekê ku parastina sînor dê bibe erka hikûmeta nû ya Sûriyeyê. Dîsa, piştî 30 kîlometreyan ne diyar e ka çi dê bê kirin; dibe ku rêkeftin pêk were yan jî şer berdewam bike, lê Amerîka dixwaze hegemonyaya Îranê kêm bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin