WHO: Li Sûriyê pêwîstiya 12 milyon kesan bi alîkariyên tendirustî heye

07 January 2022 12:40 0 dîtin
WHO: Li Sûriyê pêwîstiya 12 milyon kesan bi alîkariyên tendirustî heye

PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) bi daxuyaniyekê diyar kir, li Sûriyê pêwîstiya 12 milyon kesan bi alîkariyên tendirustî heye.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî bangawazî kir û got, ji bo peydakirina pêdawîstiyên tendirustî, pêwîstiya wan bi 257 milyon û 600 hezar dolarî heye.

Li gor raporteke wê rêxistina navdewletî, di nava wan 12 milyon kesan de, 4 milyon koçber û milyonek û 330 hezar zarok hene ku temenê wan di bin 5 salan de ye, pêwîst e bi lez alîkariya wan di warê tendirustî de were kirin.

WHO herwiha eşkere dike, li Sûriyê 167 hezar kes bi Koronayê ketine û nêzîkî 6 hezar û 500 kes ji pêketiyên vê vîrusê li Sûriyê can dane.