NY: Li Sûdanê di sala bê de wê pêdiviya 14 mîlyon kesan bi alîkariya mirovî hebe

07 December 2021 00:02 0 dîtin
NY: Li Sûdanê di sala bê de wê pêdiviya 14 mîlyon kesan bi alîkariya mirovî hebe

PeyamaKurd – Ofîsa karên koordinasyona mirovî ya Neteweyên Yekgirtî ragihand ku di sala 2022 an de, li Sûdanê wê pêdiviya 14 mîlyon mirov bi alîkariya mirovî çêbibe. Di rapora baregeha Neteweyên Yekgirtî de weha hat gotin:

“Hevkar, di wê baweriyê de ne ku di sala 2022 an de wê li dora 14,3 mîlyon kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî hebe ku ew jî dike %30 yê nûfûsa Sûdanê. Di sala 2021 ê de pêdiviya 8 mîlyon mirov bi alîkariya mirovî heye û di 10 salên dawiyê de jimara herî zêdeye.”

Li Sûdanê ji sala 2019 an heya niha ji ber Kovid-19 ê, krîza aborî, xelkê ji ser warên xwe derketine, lehî, nexweşîn û bûyerên şiddetê bûne sedema ku pêdiviya xelkê bi alîkariya mirovî çêbûye û rewşa aborî xerab bûye.