DYAyê alîkariyên mirovî ji hewayê avêt Xezzeyê

12 April 2024 14:03 0 dîtin
DYAyê alîkariyên mirovî ji hewayê avêt Xezzeyê

PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan ji hewayê zêdetirî 2 hezar û 700 kîlo erzaq û 855 ton alîkariyên mirovî avêtine bakurê Xezzeyê.

Di platforma medyaya civakî ya X a CENTCOMê de derbarê Xezzeyê de daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku doh di saet 12.26an de li bakurê herêmê ji bo hewcedariyên sivîlên li Xezzeyê bên temînkirin bi balafira leşkerî ya tîpa "C-130" ji hewayê ve operasyona avêtina alîkariya însanî hat lidarxistin.

Hat diyarkirin ku di operasyonê de zêdeyî 2 hezar û 700 kîlo erzaq û 855 ton malzemeyên alîkariyê yên însanî ber bi Xezzeyê ve hatin şandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku DYA wê alîkariya însanî ya ji hewayê bidomîne.

DYA moşeka balîstîk a dijî keştiyê ya ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve hatibû avêtin îmha kir

CENTCOMê ragihand ku wan doh saet di 13.00an de li gorî dema herêmê moşeka balîstîk a dijî keştiyê ya ku ji herêma di bin kontrola Hûsiyan a Yemenê de ber bi Deryaya Sor ve hatibû avêtin bêbandor kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat parvekirin ku tu zirar negihiştiye wesayitên Amerîkayê û wiha hat gotin: "Ev çalakî ji bo parastina azadiya seyrûseferê û ewlekirina avên navneteweyî ji bo Hêzên Deryayî û keştiyên bazirganî yên Amerîkayê tên kirin."