Japonya bi rêya girava Qibrisê tevlî korîdora alîkariya mirovî ya ji bo Xezzeyê dibe

16 March 2024 14:51 0 dîtin
Japonya bi rêya girava Qibrisê tevlî korîdora alîkariya mirovî ya ji bo Xezzeyê dibe

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Kamikawa Yoko diyar kir ku li ser gihandina xwarinên bingehîn, derman û hilberên paqijiyê ji bo Zîvala Xezzeyê re sînorkirinên pir hişk hene. Kamikawa da zanîn ku ew li ser pirrengkirina çalakiyên xwe yên lojîstîkî dixebitin.

Kamikawa got ku ew armanc dikin ku di zûtirîn dem de malzemeyên alîkariyê bigihînin her kesê ku li Xezzeyê diêşe, di nav de jin û zarok.

Kamikawa diyar kir ku Japonya wê beşdarî "însiyatîfa korîdora behrê ya mirovahî" bibe da ku pêdivî bi qasî ku pêkan be ji mirovên hewcedar re peyda bike. Wezîrê Japonî amaje bi wê yekê kir ku korîdora behrê dikare qedexeyên sînorî yên li ser veguhestina bejayî ji holê rake.

Herwiha got, "Em ê demildest li ser mijarê bixebitin." Di çarçoveya însiyatîfa ku ji aliyê YE, DYA, Îngîltere û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ve hatiye organîzekirin de yekemîn keştiya ku pêdiviyên xwarinê hildigire di nava hefteyê de di ser Girava Qibrisê re ber bi Xezzeyê ve bi rê ket.