Li Ûkraynayê ser biqede wê Tirkiye û Japonya bi hevkarî tevlî avakirina Ûkraynayê bibin

05 September 2023 00:50 0 dîtin
Li Ûkraynayê ser biqede wê Tirkiye û Japonya bi hevkarî tevlî avakirina Ûkraynayê bibin

PeyamaKurd – Eger li Ûkraynayê şer biqede, wê Tirkiye û Japonya bi hevre ji bo avakirina Ûkraynayê bixebitin. Wezîrên Tirkiyê û Japonyayê yên bazirganiyê dê siba li Îstenbolê bicivin û daxwuyaniya hevpar bidin.

Di pey de wê şîrketên Ûkrayna, Tirkiye û Japonya di forma sêqolî de nexşerêyekî diyar bikin. Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat ragihand ku wê hevkariya Tirkiye û Japonya bibe derfetekî girîng.

Di şerê Rûsya-Ûkraynayê de gelek bajarên Ûkraynayê ku dis erî de payîtext Kiev tê avahiyên wan xerab bûn, rêyên wan û gelek cîh û warên wan.

Ragihandina hevkariyê û civîna wezîran ji terefê medya Japonya de hat kirin. Piştî civîna wezîran wê karsazên her dû dewletan bicivin. Piştî civîna karsazan wê daxwuyaniya çapemeniyê bidin. Wezîr Bolat di mijarê de weha got:

“Di vê mijarê de em difikirin ku di nêzde hevdîtinên kar bikin, danûsitendina fikr û tecrubeyan bikin. Hedefa me ku em şiyanên karsazên Tirkiyê û pêzanînên bazara cîh bi şiyanên fînans û teknolojiya Japonya re bikin yek, sînerjî biafirînin û projeyên girîng bigrin ser xwe.”