Tirkiye û Qatarê belavokekî hevpar belav kirin: Di aborî û bazirganiyê de hevkarî
PeyamaKurd – Bi sedema salvegera 50em ya têkiliyên dîplomatîk di navbera Qatar û Tirkiyê de belavokekî hevpar hat belavkirin. Di belavokê de bingeh hevkariya aborî û bazirganiye. Belavok, di destpêka hevdîtina heyetên her dû dewletan de, li ser navê Tirkiyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û li ser navê Qatarê serokwezîr û hem wezîrê karên derve yê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdulrahman bin Jassim Al Sani, di bin serpereştiya Recep Tayip Erdoğan û emîrê Qatarê Şêx Tamim bin Hamad Al Sani de hat îmzekirin. Di belavokê de hat gotin:
“Her dû welatên bira ji dil dixwazin ku di mijarên aboriyê û bazirganiyê de ku wê xizmetê ji berjewendiyên her dû xelkan re bikin, pêşde bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin