Tirkiye û Qatarê baregeha hevpar vekirin

14 December 2019 20:53 0 dîtin
Tirkiye û Qatarê baregeha hevpar vekirin

PeyamaKurd- Baregeha Qatar-Tirkiyê ya hevpar ya fermandariya leşkerî bi merasimê hat vekirin. Ji Tirkiyê wezîrê bergiriyê Hulusi Akar, fermandarê giştî yê artêşa Tirkiyê orgeneral Yaşar Güler, wezîrê bergiriyê yê Qartarê Xalid Bîn Muhammede bî Atiye û serokerkanê Qatarê Ganim Bîn Şahîn El Ganim tevî merasimê bûn.

Avahiya baregeha leşkerî ya hevpar hat temamkirin û li bajarê Dohayê ye. Di encama merasim û dayîna konferansê de Akar û Atiye di navbera xwe de protokoleka hevkariyê îmzekirin.