Rojava: Tirkiyeyê, êrîsî baregeha hevpar a Rusya û HSDê kir

24 November 2022 18:00 0 dîtin
Rojava: Tirkiyeyê, êrîsî baregeha hevpar a Rusya û HSDê kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojava, balafireke bêmirov a artêşa Tirk, baregeha leşkerî ya hevpar a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rusyayê ku li bajarokê Til Temirê ye, bombe kiriye.

Di agahiyên bi rêya çapemeniyê hatin ragihandin de hat diyarkirin ku duh piştî nîvrojê, baregeheke leşkerî ya di nav baregeha hevbeş a HSD û Rusyayê ya bi navê qereqola El-Mebaqer tê naskirin, ji aliyê balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê ve hatine armanckirin û êrîş lê hatiye kirin.

Li ser êrîşê, îdiayek jî hat kirin ku beriya baregeha hevpar a li Til Temirê rastî êrîşê were, hêzên Rus ji baregehê veqetiyane û piştî êrîş bi dawî bûye, car din vegeriyane baregehê.

Dema ku Tirkiyeyê Sere Kaniye û Tel Ebyad kiribû bin kontrola xwe, hêzên Rus di sala 2019an de wekî dewleta garantor a agirbestê, li qereqola El-Mebaqerê bi cih bûbûn.