Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevpar da

19 October 2024 13:33 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye û  Îranê daxuyaniyeke hevpar da

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di civîna çapemeniyê ya hevpar a li gel hevtayê xwe yê îranî Araqçî de got, “Em weke Tirkiye li herêma xwe şer naxwazin.” Ebas Araqçî got, “Em ji her senaryoyê re amade ne.”

Ebas Araqçî û Hakan Fîdan ku di çarçoveya serdaneke 2 rojan de li Tirkiyeyê civiyan, piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê ya hevpar de daxuyanî dan. Wezîr Fîdan di daxuyaniya xwe ya pştî hevdîtinê de diyar kir ku di civîna îro de firsend çêbûye ku têkiliyên dualî û mijarên herêmî gotûbêj bikin û got, “Herêma me bi xeteriyeke gelekî mezin re rû bi rû ye.”

Fîdan diyar kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû hewl dide ku li herêmê eniyên nû veke û Îranê bikişîne nava vê şer û wiha got: “Divê ti carî xetereya ku şer li tevahiya herêmê belav bibe, kêm neyê dîtin. Em di nava rageşiyekê de ne ku sedema wê ya cidî dibe bertekên li ser asta cîhanê. Em weke Tirkiye li herêma xwe şer naxwazin.”.

Araqçî: Îsraîl herêmê vediguherîne kûzê barûdê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Araqçî piştî Fîdan axivî û bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze û Lubnanê û got ku ev kiryarên Îsraîlê herêm veguherandiye kûzekî barûdê ku dikare aramî û ewlehiya wê bi giranî bixe xeterê.

Araqçî got, “Belavbûna şer li herêmê xeteriyeke cidî ye. Em alîgirê aştiyê ne, lê ji her senaryoyê re amade ne.”