Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye-Rûsya û Îranê dê li Moskovayê bicivin

26 April 2018 21:44 0 dîtin
Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye-Rûsya û Îranê dê li Moskovayê bicivin

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derva yê Tirkiye, Rûsya û Îranê wê roja şemiyê li Moskovaya paytextê Rûsyayê bicivin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê de hat ragihandin ku civîna Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye, Rûsya û Îranê wê di 28ê Nîsanê li Moskovaya paytexta Rûsyayê were kirin.

Di daxuyaniyê da wiha tê gotin: "Civîn wê bi beşdariya Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, Sergey Lavrov û Cevad Zarîfê hemtayên wî re wê bê kirin. Di civînê de her sê welat wê li ser encamên hevkariya pavajoya astanayê biaxivin û ji vir şûnda gavên ku wê werin avêtin diyar bikin."

Pêvajoya Astanayê cara ewil di çileya paşîn a 2017an de li Astanaya paytexta Kazakistanê hatibû destpêkirin. Çavuşoglu, Lavrov û Zarîf herî dawîn di 15yê Adarê de li Astanayê hatibûn bal hev.