Wezareta karên derve yên Tirkiye û Rûsya hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Balyozê Tirkiyê yê Moskovayê Tanju Bilgiç, bi cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê bi Sergey Ryabkov re civiya û li ser têkiliyên her dû dewletan yên navdewletî û amadekariyên civîna BRICSê axifîn.
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Rûsyayê; Ryabkov û Bilgiç hevdîtina xwe li Moskovayê kirine û di hevdîtinê de, di navbera Tirkiyê û Rûsya de, li ser mijarên hevkariyê yên di bin erka dezgeyên piralî yên navdewletî de, axifîne.
Ryabkov û Bilgiç, li ser civîna BRICSê ya ku wê li payîtexta Tataristanê li Kazanê di 22-24ê Cotmehê de bêkirin, li ser amadekariyên wê axifîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin