Belavoka hevpar ya Iraq û Tirkiye hat belavkirin

20 December 2023 00:57 0 dîtin
Belavoka hevpar ya Iraq û Tirkiye hat belavkirin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê belavoka hevpar ya di derbarê encama civîna heyetên Iraqê û Tirkiyê de belav kir. Di belavokê de hat gotin ku di civînê de li ser têkoşîna bi terorê re, ewlehî, mijara avê, li ser têkiliyên duqolî û herêmî axifîne. Wezaret weha got:

“Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, cîgirê serokwezîr û hem wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Huseyîn bi heyetên xwe ve ku di nav wan de wezîfedarên leşkerî û ewlehiyê hebûn li Ankara civiyan. Di hevdîtinê de her dû welat li ser têkoşîna bi terorê re, li ser ewlehiyê û mijara avê, tekiliyên duqolî û herêmê îstîşareyan kirine.

Her dû teref li ser têkiliyên di her sehayê de ji bo bi pêşde bibin, li hev kirine û îrada xwe beyan kirine. Di hevdîtinê de li ser yekîtiya axa Iraqê, hukumraniya wê bûne hemfikir. Her dû teref li ser tehdîda PKKê rawestiyane.”

Proja hevpar ya Komîta Daîmî ya bi navê ‘Proja Rêya Geşepêdanê’ mijara hevdîtina her dû terefan bû ku xwestine di wexteka zû de bikeve rê û destpêbikin.