Putin: “Em ne dijminê Ûkraynayê ne, em jî dixwazin ser biqede”
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladmir Putin di sersalê de seredana nexweşxana leşkerî ya Vişnyevskiyê kir, bi nexweş û rêvebirên nexweşxanê re civiya. Di dema seredana xwe de Putin got:
“Em ne dijminê Ûkraynayê ne, em jî dixwazin şer biqede. Lê welatên Rojavayî mijarê bikartînin. Yên dixwazin Rûsyayê têk bibin, rêvebirên Ûkraynayê ne. Ûkraynaî hene ku bi me re ne, dostên me yên manewî ne. Rojavayî ji bo şer derxin wextekî dirêj rejîma Kîevê xwedî kirin.”
Putin got ew kesên ku duhî li hember Rûsyayê şer dikirin, niha diaxifin bê şer çawa bi dawî bibe lê wê Rûsya bi şertên xwe dawî li şer bîne.
Putin, li ser êrîşa Ûkraynayê ya kiribû ser bajarê Belgorodê got ku wê êrîş bê bersiv nemîne û di êrîşê de sûcên şerî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin