Nasrallah: Amerîka bi rêya navbeynkaran hewil dide…

14 July 2019 23:45 0 dîtin
Nasrallah: Amerîka bi rêya navbeynkaran hewil dide…

PeyamaKurd - Rêberê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah ragihand ku Amerîka bi rêya navbeynkaran hewl dide rêya danûsdandinê ligel wan veke.

Nasrallah di bernameyeke zindî ya televizyoneke Lubnanê de axivî û diyar kir ku rêveberiya Amerîka bi rêya navbeynkaran hewl daye bi wan re têkiliyê deyne û rêya dîyalogê veke.

Rêberê Hizbûllahê di axaftina xwe de, ‘Peymana Sedsalê’ ya Amerîkayê bo Îsral-Filîstînê rexne kir û got, ne ji hêza pêximker a Hizbulllahê bûya, dê Îsraîlê şerekî nû bi Lubnanê re bida destpêkirin.

Nasrallah behsa hevkariya Hizbullahê bo rejîma Beşar Esed a Sûriyê jî kir û got, “Em li hemû herêmên Sûriyê hebûna xwe diparêzin. Digel ku li gorî rewşê li hin deveran me hejmara hêzên xwe kêm kiriye jî hîn dema vekişîna bi temamî ji Sûriyê nêzîk nebûye.”

Hesen Nasrallah pesnê Îranê jî da û diyar kir, rêveberiya Tehranê ji her cure dîyalogan re vekirî ye, ew dê piştgirîyê bidin danûstandineke muhtemel a navbera Îran û Erebistana Siûdî.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezareta Darayî ya Amerîkayê 9ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 2 parlamentarên Hizbûllahê yên Parlamentoya Lubnanê li lîsteya dorpêçan hatine zêdekirin. Rêveberiya Amerîkayê ji 2017an ve bêhtirî 50 rayedarên Hizbullahê xistine nav lîsteya dorpêçan.