Çekdarên Îranî yên Iraqê: Heta encamdana hilbijartinên Amerîka em êrîs nakin!
PeyamaKurd - Berdevkê Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Mihemed Mihyî ragihandiye ku komên iraqî yên Îran piştgiriya wan dike bi merc êrîşên xwe yên li dijî hebûna Amerîkayê li Iraqê rawestandine.
Mihyî îdia kiriye ku piştî destwerdana hin kesên sereke û navbeynkaran ew komên bi ser Îranê ve hatine razîkirin ku heta dawiya hilbijartinên Amerîkayê topbarana ser hêzên Amerîkî û balyozxaneyê rawestînin.
Berdevkê Ketîbeyên Hizbûllahê daye xuyakirin, heger Amerîka hêzên xwe nekişîne, komên çekdar dê careke din bi hemû derfetên xwe dest bi êrîşan bikin.
Li aliyê din hikumeta Iraqê rawestandina êrîşên ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi armanca gihîştina agirbesteke bi şert derewand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin