Ji Wezareta Pêsmerge daxuyaniya kiryara kirêt a çekdarên Hesda Seibî
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser kiryarên kirêt bo Pêşmergeyê Kakeyî yê ku li sînorê Kerkûkê ji aliyê hejmarek çekdarên Heşdî Şeibî ve heqaret û sivikatî lê hatibû kirin, bi daxuyaniyekê helwest nîşan da.
Wezareta Pêşmerge ragihand, “Duh 23.07.2022yê di bûyereke nedihate xwestin de, tîmeke Heşdî Şeibî avêtin ser mala Pêşmergeyê lîwa ya 9 a piyade ya ser bi Wezareta Pêşmerge Eymen Ebdî Casim û dûr ji hemû kevneşopî û yasayan bi awayekî kirêt heqaret li wî Pêşmergeyî kirine û karên xirab li hember encam dane.”
Wezareta Pêşmerge diyar kir, “Em radigihînin ku ew kiryare nayê pejirandin. Daxwazê ji hêzên ewlehiya Kerkûkê dikin, demildest lijneya lêkolînê li ser wê pirsê pêk bînin û tometbaran bigrin û derxin pêşberê yasayê. Ji bo ku ti kes û aliyeke din hewl nede kiryarên wiha kirêt dubare bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin