Ji Wezareta Pêsmerge daxuyaniya êrîsa ser Hewlêrê: Em ê bi vîneke polayî rûbirû bibin...
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Êrîşên bi vî awayî, vîna gelê Kurdistanê lawaz nake û bi vîneke polayî ya Pêşmergeyane rûbirûyî metrisî û gefan dibin.”
Wezareta Pêşmerge ragihand: “Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa destdirêjyane ya li ser bajarê Hewlêra Paytext şermezar dike. Tekez dikin ku ev destdirêjiyeke aşkere li ser ewlehî, aramî û pêkvejiyana pêkhateyên navçeyê ye. Êrîşên bi vî awayî, vîna gelê Kurdistanê lawaz nake û bi vîneke polayî ya Pêşmergeyane rûbirûyî metrisî û gefan dibin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê xwazyarê parastina aştî û aramiya navçeyê ye, xebatê jî ji bo berevaniya li xak û gelê Kurdistanê û navçeyê dike. Ji vê rewangehê ve jî, em daxwaz ji civaka navdewletî û Hikûmeta Iraqa Federal dikin, karê cidî li ser vê êrîş û gefan bikin.”
Herwiha wezaretê da xuyakirin, “Em bi vê bûyer û êrîşê nîgeran in, her êrîşek li ser hevpeyman û dostên me bê kirin, êrîş û gefa li ser Pêşmerge û gelê Kurdistanê dizanin. Hêza Pêşmerge li Herêmê, hevşanê hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê erkê wê yê pêşîne yê niha, rûbirûbûna DAIŞê û têkşikandina wê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, selametî û parastina aramiya Herêmê, bi erkê xwe ya rasteqîne dizanin û di wî erkî de jî xemsar nabin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin