Ji berpirsê ragihandina Wezareta Pêsmerge daxuyaniya êrîsa PKKê

04 November 2020 16:58 0 dîtin
Ji berpirsê ragihandina Wezareta Pêsmerge daxuyaniya êrîsa PKKê

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa çekdarên PKKê ya li nehiya Çemankê ya navçeya Amediyê ku bi ser parêzgeha Duhokê ve ye daxuyanî da.

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge Feqe Ehmed li ser êrîşê da xuyakirin,”PKKê li Çemankê bombe çandibû û dema derbasbûna hêzên Pêşmerge teqiye. Di bûyerê de 2 efserên Pêşmerge û cîgirekî efser birîndar bûn.”

Ehmed diyar kir, “Çekdarên PKKê ji dûr ve gule bi ser Pêşmerge de barandine, lê bi wê gulebaranê rasterast Pêşmerge nehatiye hedefgirtin.”