Serokerkanê Wezareta Pêsmerge û Berpirsê Tîma Asayîsê ya Artêsa Amerîka civiyan

07 July 2022 10:00 0 dîtin
Serokerkanê Wezareta Pêsmerge û Berpirsê Tîma Asayîsê ya Artêsa Amerîka civiyan

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Berpirsê Tîma Asayîşê ya Artêşa Amerîka yê li Herêma Kurdistanê li ser gihandin û dabeşkirina alîkariyên serbazî gotûbêj kirin.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de eşkere kir, îro Çareşemê 6ê Tîrmeha 2022yan, Serokerkan Îsa Uzêr pêşwazî li Berpirsê Tîma Asayîşa Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Colonel Sanborn û şanda pê re kir.

Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, Colonel Sanborn kurteyek li ser navenda operasyona hevbeş û çawaniya karûbar û erkên wê navendê pêşkêş kir, herwiha bi girîngî qala projeyên çaksazî û Wezareta Pêşmerge kir.

Sanborn di berdewamiyê de da zanîn, ew alîkariya projeya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge dikin, ezmûna şêwirmendê xwe jî bi awayekî profesyonel di vî warî de digihînin.

Herwiha Wezareta Pêşmerge eşkere kir, şanda Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge behsa çawaniya gihandin û dabeşkirina alîkariyên serbazî kirin.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge herî dawî tekez kir, hêzên Pêşmerge bi rêya rahênan û perwerdeyên berdewam, ast û şiyanên wan ên serbazî tên bilindkirin û ji bo vê mebestê jî Serokerkanî li ser bingeha teoriyên serbazî yên nû yên rahênanê, nexşerêyeke nû bi hevkariya şarezayên warê rahênanê yên hêzên Hevpeymanan amade dike.