Serokerkanê Wezareta Pêsmerge bi Berpirsê Tîma Ofîsa Alîkariya Asayîsê ya Amerîkayê re civiya
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokerkan û Berpirsê Tîma Ofîsa Alîkariya Asayîşê ya Amerîkayê civiyan.
Wezareta Pêşmerge do di daxuyaniya xwe de eşkere kir, îro 18ê Gulana 2022yan, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Mihemed bi Berpirsê Tîma Ofîsa Alîkariya Asayîşê ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Kolonel Douglas re civiya.
Li gor di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di hevdîtinê de li ser pêşketinên proseya reformê ya li Wezareta Pêşmerge gotûbêjên gelek girîng hatin kirin û her du alî hevnêrîn bûn li ser bilezkirina pêngavên vê proseyê.
Herwiha Wezareta Pêşmerge da zanîn, projeya serkirdetiya kontrol, plana perwerdehiyê, alîkariyên Hevpeymanan û rêkxistina hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.
Herî dawî diyar kir, her du alî li ser hevahengî û girîngîdana zêdetir a pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî rijd bûn, da ku hemû wan proseyên ku Wezareta Pêşmerge bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û alîkariya hêzên Hevpeymanan li ser dixebite, werin encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin