Ji Wezareta Pêsmerge daxuyaniya êrîsa DAISê ya Pirdê

31 October 2021 11:12 0 dîtin
Ji Wezareta Pêsmerge daxuyaniya êrîsa DAISê ya Pirdê

PeyamaKurd – Wazerate Pêşmerge derbarê êrîşa terorîstên DAIŞê ya şeva borî bi ser mîhwera Pirdê ya Kerkûkê de daxuyanî da.

Wezaretê ragihand ku êrîş li mîhwera bajarokê Pirdê yê Kerkûkê pêk hatiye û di encama êrîşê de pêşmergeyên bi navên; Xalid Hemîd û Ako Kerîm Qadir şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêxistina terorîst nagihe ti armancên xwe û ew dê ligel hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û artêşa Iraqê rêxistinê ji nav bibin.

Herwiha hat di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên Pêşmergeyên şehîd re hat xwestin û hat gotin, wê Pêşmerge ji bo parastina gelê Kurdistanê û axa wê her tim di amadebaşiyê de be.