Wezareta Pêsmerge êrîsa teroristî ya çekdarên DAISê sermezar kir

22 January 2022 17:32 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge êrîsa teroristî ya çekdarên DAISê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê êrîşa teroristî ya çekdarên DAIŞê li ser artêşa Iraqê şermezar kir û diyar kir, berdewamiya van kiryaran, erkê me yê hevbeş û berdewamiya hevahengî û hevkariya ji bo rûbirûbûna DAIŞê zêdetir dike.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat eşkerekirin: “Bi tundî ew kiryara teroristî ya çekdarên DAIŞê li ser artêşa Iraqê şermezar dikin ku di encamê de komek ji cengewerên Firqeya Yek a artêşa Iraqê li nahiya Uzeyim li parêzgeha Diyalayê şehîd bûn. Berdewamiya van kiryaran, erkê me yê hevbeş û berdewamiya hevahengî û hevkariya ji bo rûbirûbûna DAIŞê zêdetir dike.”

Wezareta Pêşmerge destnîşan dike: “Rewşa niha ya navçeyê, derketina çalakiyên teroristan û zindîbûna şaneyên nivistî, metirsiyeke hestpêkirî ye, ji ber vê yekê pêwîstî bi hevahengî û rola artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge heye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Dubare dikin, em di Wezareta Pêşmerge de, ji bilî ku wî karê terorist şermezar dikin, daxwaz dikin pêdaçûn û rênimayên cidî bêne girtin ji bo zêdekirina hewlan û komkirina zanyariyên zêdetir ji bo têkşikandina tevahiya şaneyên nivistî.”

Herwiha Wezareta Pêşmerge diyar dike: “Bi vê boneya xemgîn, hevxemiya xwe dubare dikin, sersaxiyê li malbatên şehîdê vê bûyera û êrîşên berê yên DAIŞê dikin.”