Wezareta Pêsmerge: Hêzên Pêsmerge êrîsa terorîstan pûç kir
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa DAIŞê ya ser hêzên Pêşmerge li Kifrî daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de piştrast kir ku terorîstên DAIŞê îşev 29ê Mijdarê êrîşî ser Fewca 2 a Lîwaya 9 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge kirine û di encama berevaniyeke bêwêne de, Pêşmergeyek şehîd bû û 3 Pêşmergeyên din birîndar bûn.
Wezareta Pêşmerge diyar kir, hêzên Pêşmerge êrîşa terorîstan pûç kir û niha jî hêzên Pêşmerge li ser lêgerîn û dûçûna terorîstan berdewam in.
DAIŞê li Kifrî êrîşî hêzên Pêşmerge kir: Pêşmergeyek şehîd bû, 3 jî birîndar bûn

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin