Wezareta Pêsmerge û Fermandarê Hevpeymanan alîkariyên bo hêzên Pêsmerge gotûbêj kir
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û şêwirmendên leşkerî yên hevpeymanan li hev civiyan. Di civînê de, gufûgo li ser pêşkêşkirina alîkariyên mehane bo Pêşmergeyên Lîwaya 9 û lîwaya nû ya piyade û fewcên din kirin.
Şanda Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bi berpirsê nû yê tîma şêwirmendiya leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê Kolonel Rob Brandsetter û Berpirsê Ofîsa Hevahengiya Asayîşê li Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê Kolonel Gavin Rice re civiya.
Wezareta Pêşmerge ragihand, di hevdîtinê de çendîn mijarên girîng ên girêdayî proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistin û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, bi hevkarî û piştevaniya hevpeymanan hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, behsa pêkanîna du firqeyan jî hate kirin ku hewl ji bo pêkanîna firqeyên zêdetir û bilezkirina wê proseyê di çarçoceya Wezareta Pêşmerge de berdewam dike.
Li ser pirsgirêka lîwaya neh a piyade û ew firqeyên din ên ku ji alîkariyên mehane yên hevpeymaniyê bêpar mane, Wezîrê Pêşmerge daxwaz ji hevpeymanan kir ku di çareserkirina kêşeyan de alîkar bin, da ku di mehên bê de sûdê ji alîkariyên mehane yên hevpeymanan werbigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin