Wezareta Pêsmerge: Di wê êrîsa bê hincet de 5 Pêsmerge sehîd bûn

05 June 2021 16:58 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge: Di wê êrîsa bê hincet de 5 Pêsmerge sehîd bûn

PeyamaKurd Wezareta Pêşmerge li ser êrîşa PKKê li dijî hêzên Pêşmerge li devera Metîna daxuyaniyek din belav kir.

Wezareta Pêşmerge li ser êrîşa îro ya PKKê li dijî hêzên Pêşmerge diyar kir, di wê êrîşa bê hincet de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hatiye destnişankirin, çekdarên PKKê di wê êrîşê de çekên sivik û giran bikar anîne. Di demekî de hebûna Pêşmerge li wir rewa û resmî bûye û bo parastina ewlehiya deverê çûye wir.

Wezareta Pêşmerge bang li Hikûmeta Iraqê dike bi lez pêşiya êrîşên Tirkiyê bigire herwiha bang li PKKê jî dike rêzê li serwerî û sînorên Kurdistanê bigire û şer ji nav mala Kurdan û Herêma Kurdistanê dûr bixe.

Wezareta Pêşmerge bi tundî êrîşa PKKê jî şermezar kir û eşkere kir, rewşa hestiyar ya Herêma Kurdistanê rûdanên wiha tehemil nake û divê êrîşên PKKê û hemû cûre êrîş li ser Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bên sekinandin. Çimkî erka serekî ya Pêşmerge parastina xaka Herêma Kurdistanê û şikandina terorîstên DAIŞê ye.

Wezaretê sersaxî jî daye malbata şehîdên îro û hêviya şîfaya bi lez jî ji bo birîndaran xwestiye.