Wezareta Pêsmerge li ser êrîsa PKKê daxuyaniyek belav kir

05 June 2021 13:00 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge li ser êrîsa PKKê daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê diyar kir; ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo Pêşmerge hatiye danîn û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge wiha ye:

Vê sibê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzeke Pêşmerge di dema bicihanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê li navçeya Amêdî, bi mebesta parastina xelk û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo wan hatiye danîn, di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.

Berî niha jî me hişyarî dabû ku di egera rûdana bûyerên bi vê şêweyê de divê her kes rêz li sînorê Herêmê bigrin û asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.

Wezareta Pêşmerge

5ê Hezîrana 2021ê