Wezareta Pêsmerge li ser proseya sengersaziya Pêsmerge daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge di derbarê car din sazkirina sengerên Pêşmerge û avakirina wan bi awayekî serbazî ya serdemî, bi rêya alîkarî û fermana Serokatiya Herêmê û proseya sengersaziya Pêşmerge, daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, ji bo ji nêz ve agahdarbûna li çawaniya erk û karê proseya sengersaziyê, îro 30yê Adara 2022yan Cîgirê Serokerkan bo Operasyonan Lîwa Qareman Şêx Kemal tevî Rêveberê Perwerdeya Serbazî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Ebdullah û Lijneya Raspartî ya Sengersaziyê, serdana sengerên hêzên Pêşmerge yên li mîhwerên yek û du kirin.
Wezareta Pêşmerge da zanîn, di vê serdanê de Cîgirê Serokerkan bo Operasyonan, pesnê erk û karê Lijneya Sengersaziyê kir û li kêmasî û kêşeyên li ber vê proseyê pirsî.
Herwiha Cîgirê Serokerkan eşkere kir: “Ev prose ji bo parastina canê yek bi yek ê Pêşmerge û tundkirina senger û baregehên hêzên Pêşmerge ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin