Ji Wezareta Pêsmerge daxuyaniya êrîsa Xaneqînê: Armanc bi riya DAISê erebkirin e

14 June 2020 15:54 0 dîtin
Ji Wezareta Pêsmerge daxuyaniya êrîsa Xaneqînê: Armanc bi riya DAISê erebkirin e

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, li ser êrîşa çekdarî ya şeva borî li gundekî Xaneqînê bi ser kurdên kakeyê de daxuyaniyek belav kir.  

Wezareta Pêşmerge bi tundî ew tawana şehîdkirina 7 Kurdên Kakeyê şermezar kir û ji hêzên Iraqî yên li wî  sînorî dimînin xwest, ser û malên xelkên bêtawan bê cudahiya netewî û olî biparêzin û selametiya rûniştvanên wî sînorî di berpirsiyariya wan de ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Bi armanckirina Kurdên wê navçeyê û valakirina gundên Kurdan bi darê zorê, tawan û kuştinê, tenê karê wan grûpên teroristî yên ligel DAIŞê bûn û dixwazin bi wan kiryarên tirsonek, Kurdan ji navçeyê der bikin û berdewamiyê bidin şepêla erebkirina wan navçeyan.”

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat gotin, şeva borî grubeke çekdar ser bi teroristên DAIŞê ve êrîşî ser gundê Dara ya ser bi qezaya Xaneqînê û mixabin 7 kes ji malbateke Kurd a Kakeyî şehîd kirin û 5 kesên din jî birîndar kirin.

Wezareta Pêşmerge got: “Di dema borî de çendîn car me hişyarî ji nebûna Pêşmerge li wan navçeyan û metirsiya valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de de ye” wiha pê de çû:

“Bi dubarebûna tawanên bi vî awayî re, tê xwastin di zûtirîn dem de Komîta Hevbeş a Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge bê aktîvkirin, bi hev re bi riya (Pêşmerge û artêşa Iraqê) kar ji bo dagirtina wê valahiya ewlehiyê bikin, bi awayekî ser û malên xelkê wê navçeyê bi Kurd, Ereb û Tirkmen û hemû pêkhateyên olî û nijadî parastî be.”

Wezareta Pêşmerge tekez kir: “Ji ber wê hemû aliyan dilniya dikin, erkê hêzên Pêşmerge, rêgirtin û jinavbirina xewna teroristan û tarîperestên li dijî xelkê me dibe û tundî rêgiriyê li her hewl û armanceke ji wê şêweyê didin.”

Wezareta Pêşmerge di dawiya daxuyaniyê de, hevxemî û hevsoziya xwe ji kes û kar û malbatên qurbaniyên wê tawana li dijî mirovahiyê re anî ziman û selametî û başbûna bilez ji birîndaran re xwest.