Ji Wezareta Berevaniya Iraqê daxuyaniya êrîsa DAISê ya Xaneqînê: Sikest anî, lê...
PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya Iraqê li ser êrîşa şeva borî ya DAIŞê bi ser du gundên Xaneqînê de daxuyanî da.
Wezaretê ragihand ku êrîşa DAIŞê ya ser gundê Mubarek ê Xaneqînê şikest aniye, lê ew rê nadin DAIŞ cihekî bixe bin kontrola xwe.
Di daxuyaniya ku bi navê berdevkê wezareta bergirîya Iraqê Tehsîn Xefacî hatiye belavkirin de, tê gotin ku çekdarên DAIŞê mifayê ji rewşa aborî û sîyasî ya Iraqê werdigrin û belavbûna vîrusa koronayê jî wekî derfet dibînin ku êrîşan dikin.
Xefacî gotiye, ‘Bi ti awayî ew rê nadin DAIŞ ti navçeyekê kontrol bike.”
Li gorî zanyariyên dawî di encama êrîşa şeva borî de, welatîyekî Kurd û çekdarekî Heşda Şeibî hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin