Bi 3 mosekan dîsa êrîsî Herêma Kesk a Bexdayê kirin

08 July 2021 10:28 0 dîtin
Bi 3 mosekan dîsa êrîsî Herêma Kesk a Bexdayê kirin

PeyamaKurd – Îro serê sibehê dîsa bi 3 moşekan êrîşî Herêma Kesk a Bexdayê kirin û li gor zanyariyan hejmarek kes birîndar bûn.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir, îro berbangê komên deryarayî bi 3 moşekên Katyusha Herêma Kesk a Bexdayê armanc kirin ku yek ji wan li nêzîkî Dezgeha Asayişa Niştimanî ket.

Şaneyê herwiha da zanîn, di encama ketina her sê moşekan de jî, hejmarek welatî birîndar bûn.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê destnîşan kir, ev cure êrîş ne di berjewendiyên Iraqê de ne, belkû jiyana welatiyan û şandeyên dîplomasî dixe metirsiyê.

Hevdem ligel êrîşê, Balyozxaneya Amerîka zengilê agahdariyê lê da û eşkere kir, yek ji moşekan balyozxane kiriye armanc, lê sîstema berevaniyê ya balyozxaneyê ew moşek pûç kir.

Herêma Kesk li nava Bexdayê dikeve û Balyozxaneya Amerîka, balyozxaneyên hejmarek welatên din, baregehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, baregeha Hikûmeta Iraqê û hin dezgehên din lê ne.